Dibêje hêzên Rûsî 75km dûrî Kievê ne û hatine paşvegerandin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Ukraynayê Aleksander Motzuyanîk ragihand, hêzên Ukrayna, yekîneyên Rûsyayê ên dixwazin têkevin Kîevê, bi qasî 70 kîlometreyî ji paytextê bi paş de dan vekişandin.
Berdevkê Wezareta Berevaniya Ukraynayê Aleksander Motzuyanîk di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku Kîev baş tê parastin û yekîneyên bijarte yên Hêzên Çekdarên Ukraynayê diparêzin.
Motzuyanîk diyar kir ku hêzên Ukraynayî, yekîneyên Rûsyayê bi qasî 70 kîlometreyî ji paytext Kîevê bi paş da dan vekişandin û her wiha got “dagirker li hin herêman jî bi qasî 35 kîlometreyî vekişiyan.”
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin