Serokwezîr îro li Şarîqeyê ye.
Biryare îro yekşem Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya bo Îmaratê de, li gel Hakimê Şarîqeyê Sultan Bin Mihemed Qasimî bicive.
Her îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Şarîqeyê kir û liwir jî çû serdana zanîngeha Amerîkî ya li Şarîqeyê.
Beriya vê serdanê jî Mesrûr Barzanî li gel wezîrê karûbarên civata wezîran ya Îmaratê civiya bû.
Weke tê zanîn roja Înê Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Îmaratê kir û vê heta dawiya meha Adarê li vê welatî be û beşdariya du komcivînên girîng bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin