Dibêje ev demêke liv û tevgerên DIŞIê kêm bûne.
Emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge Lîwa Qareman Kemal ragihand ku ev demêke ku liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverên ku têde boşatiya ewlekarî hebû kêm bûne û sedema vê yekê jî tedbîr û rêkarên baş û bihêz yên hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê ye.
Lîwa Qareman Kemal eşkere kiriye ku niha li wan deverên ku têde boşatiya ewlekarî heye, hemahengiyeke baş di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de heye û ev yek jî bûye sedem ku terorîstên DIŞIê nikarin weke berê bi serbestî hatûçû bikin.
Qareman ev yek aniye ziman ku rixmî wan tedbîr û rêkaran jî, lê hîn jî metirsiya terorîstên DIŞIê weke xwe maye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin