Îmarat û Kurdistan têkiliyên xwe berfiretir dikin

Serokwezîr heta dawiya Adarê li Îmaratê dibe.
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîr li Reis Elxeymeyê li gel rayedaran civiya.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Reis Elxeyme li gel rayedaran civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;

Îro şemî 26ê Adara 2022an li bajarê Reis Elxeyme ya li Îmaratê li gel Hakimê Mîrnişîna Reis Elxeyme birêz Şêx Siûd Bin Seqer Elqasimî civiyan.

Di civînê de ku Cîhnişînê Reis Elxeyme birêz Şêx Mihemed Bin Siûd Elqasimî jî têde beşdar bû, me giftûgo derbarê derfetên pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Mîrnişîna Reis Elxeyme û Îmaratê kir bi taybetî di warê hêlbirîn, pîşesazî û torîzimê de.

Em hem fikir bûn li ser vê yekê ku berdem di nava têkiliyan de bin li ser wan mijarên ku bo me her du aliyan cîhê girîngiyê ne.

Biryare di çarçoveya serdana me ya li gel şandeke bilind ya hikûmetê bo Mîrnişîna Îmaratên Yekgirtî yên Erebî, beşdarî di komcivîna enerjiyê bikin ku rojên 28 û 29ê Adarê li Dubeyi tê organîzekirin û di komcivînê de behsa guhertinên deverê û pêşde birina hêlbirînê di warê enerjiyê de bikin.

Herwiha di rojên 29 û 30ê Adarê jî li Dubeyi beşdarî di komcivîna cîhanî ya hikûmetan de dikin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.