Dibêje ti lihev kirinek di navbera me de tuneye.
Piştî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ragihandibû ku di navbera Ukrayna û Rûsyeyê de lihev hatin çêbûye, îro şemî wezareta derve ya Ukraynayê Erdogan direvand.
Wezareta derve ya Ukraynayê diyar kiriye ku tiştên ku Erdogan dibêje ne rastin û heta niha di navbera Ukrayna û Rûsyeyê de ti lihev kirinek çê nebûye û bo çê bûna lihev kirineke muhtemel lazime şer û merc dadmend bin.
Weke tê zanîn ev yek mehe şerê Rûsye û Ukraynayê destpê kiriye û cîhan qala vê yekê dike ku Rûsye di vê şerê de rastî şikesteke gelek mezin hatiye û nikariye bigehêje armancên xwe yên berê lewre armancên xwe guhertiye û dibêje armanca me pejrandina serbixweyiya Komarên herêma Donbasê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin