Wezareta dadê ya Tirkiyeyê dosyeya wan parlementeran daye Serokatiya Parlementoyê.
Li ser daxwaza dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê, dosyeyên curbicur li dijî 9 parlementerên din yên HDP hatine amadekirin.
Ev dosyeyên han piştî ku ji Serdozgeriyê bo wezareta dadê hatibûn şandin, îro jî wezareta dadê wan dosyeyên han radestî Serokatiya parlementoya Tirkiyeyê kiriye û ji parlementoyê daxwaz kiriye daku di demeke nêz de parêzbendiya ( hesane) wan 9 parlementerên HDPê hilweşîne bo ku lêkolîn û lêpirsîn ji wan were kirin.
Weke tê zanîn niha dosyeya daxistina HDPê jî li dadgeha destûra bingehîn ya Tirkiyeyê ye lê heta niha dadgeh li ser vê dosyeyê ti biryarek nedaye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin