Îran: Têkiliyên me li gel Siûdiyeyê nebaşin

Îran berdewame li ser piştîvanî kirina Hûsiyan.
کوردستان TV
100%

Dibêje em li hember têkçûna têkiliyan ne berpirsin.

Wezîrê derve yê Îranê Husên Emîrebdulahiyan ji kanala meyadîn ya Libnanî re ragihandiye ku hîn jî Îran û Siûdiye bo destpê kirina gera 5an ya danûstandinên navbera xwe lihev nekirine.

Wezîrê derve yê Îranê diyar kiriye ku têkiliyên navbera Îran û Siûdiyeyê nebaşin û Îran jî li hember têkçûna têkiliyên han ne berpisiyare.

Weke tê zanîn heta niha di navbera Îran û Siûdiyeyê de 4 gerên danûstandinan hatine meşandin lê negehêştine ti encamekê û Îran jî berdewame li ser piştîvanî kirina çekdarên Hûsî yên li Yemenê ku ji bilî Yemenê şerê hêzên Siûdî jî dikin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.