Tenê li Diyarbekirê 500 welatî hatine girtin.
Li gel dom kirina aheng û merasîmên pîrozbayî yên Newrozê, li Bakûrê Kurdistanê, zextên hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê jî li dijî welatiyên Kurd didomin.
Li gor jêderên berdest, jiber beşdarî kirina wan di merasîm û ahengên Newrozê de û herwiha jiber lixwe kirina kincên Kurdî û hilgirtina sembolên Kurd û Kurdistanê, li Bakûrê Kurdistanê bi sedan kes ji aliyê hêzên ewlekarî yên Tirkiyeyê ve hatine girtin.
Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku bi tenê li Diyarbekir zêdetir ji 500 kesan hatine girtin ku di nava wan de jin û zarok jî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin