Îro 21ê Adarêye û Kurdistanê li çiya û deştanin.
Îsal jî weke her sal piştî pêkirina agirê Newrozê bi merasîmên biheybet û girseyî, duhê bişev Kurdistanî bi çalakiyên girseyî cejna Newroz û sersala nû pîroz kirin.
Her wisa îro sibê jî Kurdistanî bi kom berê xwedan, deşt, neval û seyrangehan û bi gêrana govend û dilanan û bi gotina stiran û kelamên gelerî Newroza xwe pîroz kirin.
Duhê bişev li seraserê Kurdistanê li her çar beşên Kurdistanê agira Newrozê ji aliyê gelê Kurd ve hate pêkirin.
Îro jî seyrangehên Kurdistanê tîjene ji welatiyên Kurd û roja yekem ya sala nû ya xwe li deşt û der pîroz dikin.
Ji aliyeke din ve îro li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê bi taybetî li navçeyên bilind û çiyayî berf û baran jî dibare.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin