Îro danê sibê li malên xwe hatine girtin.
Li gor jêderên nûçeyan îro danê sibê zû li Diyarbekirê li dijî hijmarek Rojnamegeran operasiyonek hatiye lidarxistin.
Di operasiyonê de hêzên polîs û ewlekarî êrîşî ser malên çend Rojnamegeran kirine û di encama han de du Rojnameger bi navên Ertuş Bozkurt û Mikail Barut hatine girtin.
Hîn jî sedema girtina wan Rojnamegeran nehatiye zanîn lê hate gotin ku niha li birêveberatiya eminiyeta Îstenbûlê di bin lêpirsînê dene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin