Amerîka derbarê S400an de pêşniyarek da Tirkiyeyê

Amerîka gotiye S400an bişînin Ukraynayê heta em F16 û F35an bidin we.
کوردستان TV
100%

Amerîka ji Tirkiyeyê re gotiye S400an bişîne Ukraynayê.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku, rayedarên Amerîkî, ji rayedarên Tirkiyeyê re gotine ku eger hun dixwazin hevkariya Ukraynayê bikin, vê demê dikarin bi avêtina gaveke girîng, hem kêşeyeke mezin di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de çareser bikin, him jî dikarin hevkariyeke gelek baş pêşkêşî Ukraynayê bikin.

Ajansê diyar kiriye ku rayedarên Amerîkî ji Tirkan re gotiye ku dikarin sîstema berevaniya mûşekî ya S400 bo piştîvanî kirina Ukraynayê li dijî Rûsyeyê bişînin Ukraynayê.

Ev rayedar diyar kirine ku eger Tirkiye gaveke wisa bavêje vê demê Amerîka amadeye ku him balefirên F16 û him jî F35an bide Tirkiyeyê.

Her çend heta niha rayedarên Tirkiyeyê li ser vê mijarê ti daxuyaniyeke fermî nedane lê şîrovekarên Tirk dibêjin gaveke wisa dibe sedema derketina şer di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de û Amerîka jî jiber ku dixwaze şereke wisa biqewme, pêşniyareke wisa pêşkêşî Tirkiyeyê kiriye.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.