Dibêje zêdetir ji 500 leşker û rayedarên leşkerî di destê me dene.
Şerê navbera Rûsye û Ukraynayê ev 25 roje berdewame û di vê çarçoveyê de Ukrayna hijmara leşkerên Rûs yên dîl girtî eşkere kir.
Di vê çarçoveyê de Cîgira Serokê Ukraynayê İrina Vereşuk ragihand ku niha bi giştî 562 leşker û rayedarên leşkerî yên Rûsî di destê artêşa Ukraynayê de girtîne.
İrina Vereşuk herwiha eşkere kiriye ku di nava 24 seatên derbasbûyî de zêdetir ji 100 leşkerên Rûsî hatine kuştin û bi dehan tank, zirepuş û tirimbîlên leşkerî yên Rûsî hatine jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin