Li Akrê û çend cîhên din bi merasîmên girseyî agir tê pêkirin.
Êwara îro 20ê Adarê, vê li seraserê Kurdistanê agirê Newrozê were pêkirin.
Her çend li çend cîhên Bakûr û Rojhilatê Kurdistanê bi awayeke cuda ahengên Newrozê destpê kirin, lê îro danê êwarê, agirê Newrozê li seraserê Kurdistanê bi merasîmên girseyî were pêkirin.
Li Başûr vê li Akrê û Hewlêrê, li Rojhilat li Sine, li Hewramanê li Palingan, li Bakûr jî li Amed û li Rojava jî li Kobanê vê agirê Newrozê bi merasîmên girseyî were pêkirin.
Ev bi dehan sale ku li Akrê, Palingan û çend deverên din pêkirina agirê Newrozê bûye weke festîvaleke girseyî û bi beşdariya hezaran kesan ev agir têpêkirin.
Li Bakûrê Kurdistanê Newroz hinek rengê siyasî bi xwe girtiye lewre merasîmên Newrozê li Bakûrê Kurdistanê gelek cuda tên organîzekirin.
Li Hewlêrê jî 10 roj beriya Newrozê festîvalek tê organîzekirin bi navê Festîvala Newrozê û şeva 20ê Adarê vê ser qelha Hewlêrê agirê Newrozê tê pêkirin.
Li seraserê Kurdistanê roja 21ê Adarê jî ji sibê zûve Kurdistanê der dikevin û roja yekem ya Newroz û sersala nû bi gêrana govend û dîlanan pîroz dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin