Li Mehabadê 8 kes canê xwe ji dest dan

di encama bûyera han de 5 kes jî birîndar bûne û birîna 2 ji wan girane.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev bûyereke tirafîkê qewmiye.

Li gor jêderên herêmî duhê êwarê, li ser rêya sereke ya navbera Mehabad û Bûkanê li Rojhilatê Kurdistanê bûyereke tirafîkê qewmiye.

Jêder behsa vê yekê kirin ku di encama bûyera han de 8 kesan canê xwe ji dest dane.

Bûyer di encama lihev dana du tirimbîlan de çê bûye.

Di heman bûyerê de 5 kes jî birîndar bûne û birîna du ji wan girane.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.