Li bajarê Herson ji aliyê hêzên Ukraynî ve hatiye kuştin.
Serokatiya giştî ya Erkanê artêşa Ukraynayê ragihand ku duhê jeneraleke din yê Rûsyeyê li navçeya Çernobaevka ya ser bi Hersonê ve hatiye kuştin.
Ukrayna belav kiriye ku ev Jeneralê han Fermandarê giştî yê hêzên pasevan ya artêşa Rûsyeyê ya lîwaya 8an bûye û navê wî Andrey Mordviçev e.
Artêşa Ukraynayê diyar kiriye ku beriya niha jî 4 Jeneralên din yên Rûs kuştiye.
Her îro wezareta berevanî ya Amerîkayê diyar kir ku, pêşrewiyên Rûsyeyê yên ber bi Ukraynayê ve rawestane.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin