Heta niha 650 hezar malên Ereb û Tirkman li vê bajarê hatine bicîhkirin.
4 sal bi ser dagîr kirina Efrînê ji aliyê rejîma Tirkiye û komên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê, re derbas dibe.
Navenda mafên mirovan ya Efrînê raportek belav kiriye û têde balkêşandiye ser dom kirina prosesa guhertina demografiya bajêr û ragihandiye ku di nava 4 salên derbasbûyî de rejîma Tirkiyeyê 650 hezar malên Ereb, Tirkman û kesûkarên terorîstan li vê bajarê bicîh kiriye.
Ji aliyeke din ve navendê diyar kiriye ku ziman û çanda Kurdî li vê bajarê bi fermana rejîma Tirkiyeyê hatiye qedexekirin, zimanên Erebî û Tirkî têne bikaranîn û perwerdehî jî li gor sîstema rejîma Tirkiyeyê, bi Tirkî û Erebiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin