Dibêje li derdorê Kievê ti pêşrewiyeke berçav nekirine.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê derbarê şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê de daxuyaniyek bo raya giştî weşandiye.
Wezareta berevanî ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de nivîsandiye, pêşrewiya hêzên Rûsî di nava axa Ukraynayê de hatiye rawestandin û weke ku Rûsye texmîn dikir, hêzên wan nikarin pêşde biçin.
Pentagonê diyar kiriye ku li Bakûr û Bakûrê Rojavayê Kievê, hêzên Rûsî ti pêşrewiyek nekirin û nikarin pêşde biçin û ji aliyê Rojhilatê ve jî ti liv û tevgereke leşkerî di holê de tuneye.
Weke tê zanîn ev 23 roje şerê Rûsye ya li dijî Ukraynayê destpê kiriye û beruvajiya hêviyên Rûsyeyê, hêzên Ukraynî berxwedaneke bêhempa heta îro raber kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin