Tirkiye pişt li opozîsyona Sûriyeyê dike

jiber zextên Rûsyeyê ofîs hatiye daxistin.
کوردستان TV
100%

Jiber zextên Rûsyeyê Tirkiye ofîsa opozîsyonê li Enqereyê daxist.

Piştî ku opozîsyona Sûriyeyê ragihand ku jiber sedemên abûrî û nebûna pereyan neçar maye daku ofîsa xwe ya li Enqereyê daxe, hîn zaniyariyên nû li ser vê mijarê hatin belavkirin.

Li gor zaniyariyên han jiber zextên Rûsyeyê, Enqere pişt li opozîsyona Sûriyeyê kiriye û Tirkiye li ser daxwaza Rûsyeyê ofîsa opozîsyonê ya li Enqereyê daxistiye.

Ev opozîsyona ku qala vê tê kirin ji çend komên çekdar yên cîhadî û baskên wan yên siyasî pêkhatiye û ev komên han ewin ku beşek ji Rojavayê Kurdistanê dagîrkirine.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.