Dibêjin lazime bi ti awayî rêkeftin li gel Îranê neyê îmzekirin.
Zêdetir ji 50 Senatorên Amerîkî nameyeke vekirî ji hikûmeta Amerîkayê re nivîsandine û têde gef li hikûmeta Amerîkayê kirine.
Senatorên Amerîkî diyar kirine ku lazime piştî êrîşa mûşekî ya Îranê ya bo ser Hewlêrê Amerîka derbarê bernameya etomî ya Îranê de ti rêkeftineke nû li gel Îranê îmze neke jiber ku îmze kirina rêkeftinê derfetê dide Îranê ku kiriyarên xwe yên terorîstî li deverê de zêdetir bike.
Ev Senator herwiha diyar kirine ku eger hikûmet rêkeftinê jî îmze bike, vê Senaya Amerîkayê rêkeftinê red bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin