Waliyê Hewlêrê derbarê êrîşa duhê bişev de zaniyarî da raya giştî.
Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav di konferanseke çapemenî de, derbarê êrîşa mûşekî ya duhê şev ya Îranê ya bo ser Hewlêrê hin zaniyarî da raya giştî.
Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav ragihand ku Îran dibêje me êrîşî ser navendên Îsraîlê kiriye, ev dûre ji rastiyê jiber ku, li Kurdistanê ti navendeke Îsraîlê tuneye.
Ev êrîşa ku duhê bişev bi 12 mûşekan pêk hatiye, yek ji wan mûşekan armancên xwe nepêkane belku tevahiya wan dûrî cîhên armancan ku Konsulusxaneya Amerîkayê bûye, ketine erdê û zirarên madî dane xelkê sivîl.
Omîd Xweşnav herwiha diyar kir ku kanala Kurdistan24, kanaleke medenî ya ragihandinê ye, jiber êrîşên han rastî zirarên madî hatiye. Herwiha du welatiyên sivîl ku yek baxevan û evê din jî ajovan bûye bi sivêkî birîndar bûne.
Xweşnav diyar kiriye ku armanca wan êrîşan raste rast xelkê Kurdistanê ye.
Weke tê zanîn duhê bişev piştî seat 1ê şevê Îran bi mûşekên balistîkî ku ji Kirmaşan û Tewrizê avêtiye, êrîşî ser Hewlêrê kir û ti zirarên canî yên êrîşê nebûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin