Duhê bişev êrîşî Hewlêrê hate kirin

êrîşa mûşekî ji aliyê Îranê ve hatiye kirin.
کوردستان TV
100%

Bi 12 mûşekan êrîşî ser Hewlêrê hate kirin.

Duhê bişev piştî seat 1ê şevê bi mûşekên balistîkî yên dûravêj, êrîşî ser Konsulusxaneya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê hate kirin.

Êrîş bi 12 mûşekan pêk hatiye û li derdorê cîhên sivîlnişîn yên li derdorê Konsulusxaneyê ketine erdê.

Ti zirareke canî ya êrîşa han nebûye.

Wezareta navxwe ya hikûmeta Kurdistanê  jî dibêje ev mûşek ji derveya sînorên Îraq û herêma Kurdistanê ji aliyê Rojhilatê ve hatine avêtin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.