Li nêzî Kievê hatiye jinavbirin.
Wezareta berevanî ya Ukraynayê ragihand ku êrîşên Rûsyeyê yên bo ser Ukraynayê berdewamin.
Di daxuyaniya wezareta berevanî ya Ukraynayê de qala vê yekê hatiye kirin ku dorpêç kirina Kieva paytext didome û hêzên Rûsî dixwazin ber bi paytextê ve pêşrewî bikin lê hêzên Ukraynî her car, derbên dijwar li wan dişewînin.
Li gor daxuyaniya wezareta berevanî ya Ukraynayê duhê bişev li eniyê Bakûr dema hêzên Rûsî dixwestin pêşrewiyê bikin, ji aliyê artêşa Ukraynayê ve ketiye kemînê û di encama kemînê de karwaneke mezin ya leşkerên Rûsî bi temamî hatiye jinavbirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin