Birayê mezin yê Ebûbekir Bexdadî bûye xelîfeya nû ya terorîstan.
Li gor zaniyariyên berdest, terorîstên DIŞIê piştî kuştina duyem xelîfeya xwe keseke din bi navê Ebû Haşim Qerşî kirine xelîfeya xwe ya nû.
Ebû Haşim Qerşî birayê mezin yê yekem xelîfeya terorîstên DIŞIê Ebûbekir Bexdadiye, ku ji aliyê Amerîkayê ve li ser sînorê Tirkiyeyê li Sûriye hatibû kuştin.
Duyem xelîfeya terorîstên DIŞIê Ebû Îbrahîm Qerşî jî bi heman awayî di operasiyoneke Amerîkayê de yaku di meha Sibata 2022an de li ser sînorê Tirkiyeyê hatibû lidarxistin hatibû kuştin.
Zaniyarî behsa vê yekê dikin ku xelîfeya nû ya DIŞIê Ebû Haşim Qirşî jî li derdorê Îdlibê ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin