Çekdarên ser bi Tirkiyê 3 welatiyên kurd revandin

cîhadî bo azad kirina welatiyên revandî daxwaza pereyan dikin.
کوردستان TV
100%

 

Li Efrînê hîn jî revandina welatiyên Kurd berdewam e, bi mebesta astengkirina jiyana wan û neçarkirina wan ku koçber bibin û demografiya herêmê biguhêrin.

Li gor nûçeyeke basnewsê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, çekdarên grûpa Polîsê Leşkerî roja 1ê Adarê li bajarê Efrînê jina bi navê Hêvîn Tarî revand û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Wê rêxistinê diyar kir jî, heman grûpa çekdar roja 7ê Adarê jî kurê Hêvîn Tarê yê 19 salî Mihemed Nasan revand.

Amaje bi wê jî da, pêştir jî Hêvîn Tarî çend caran ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê hatibû revandin û piştî standina fidyê ji malbata wê, ew berdabûn.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, li bajarê Ezazê jî grûpa Polîsê Azad roja 7ê Adarê welatiyê Kurd ê ji Efrînê Arif Hemdoş li rêbendeke Ezazê revandin.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, grubên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.