Bi minasebeta 8ê Adarê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 8ê Adarê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir û têde pîrozbayî li jinên Kurdistanê û jinên cîhanê dike û hêviya berdewamî û pêşkeftinê bo wan dixwaze.
Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye: Di vê bîranîna han de rixmî dubare kirina piştîvaniya xwe bo jin û keçên Kurdistanê, dilniyayî dide wan ku bi her awayî berevanî ji wan û mafên wan dike.
Barzanî nivîsandiye: Di demekê de ev bîranîna han bibîr tînin ku mixabin di wan demên dawî de, amarên taybet bi kuştin, binpê kirina maf û azadiyên jinan zêde bûne û bandoreke nerênî jî li ser pêgeha herêma Kurdistanê û rewşa jinan kiriye, em tekez li ser vê yekê dikin ku ev rewşa han bi ti awayî nayê qebûlkirin û lazime ev rewşa han bi dawî were.
Rûbirû bûna tundûtîjî û pêşî girtin ji kuştina jinan bi her hincetek be, erkê tevahiya me ye, herwiha lazime di warê perwerde û pêgehandinê de, tevahiya me hemaheng û hevkar bin û hewlên cidî bidin bo nehêştina tundûtîjiya dijî jinan.
Herwiha lazime tevahiya me bihevre hewl bo dabîn kirina beşdariya yeksan, hevbeş û kara ya jinan di nava karûbarên jiyana rojane de bi taybetî di warê siyasî, biryar dan û îdare kirinê de bidin.
Pîroz be 8ê Adarê, serkeftin bo xebat û têkoşîna azadîxwaz ya jinan, silav bo canê qurbaniyên tundiya dijî jinan.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin