Ev 13 roje şer li Ukraynayê berdewame.
Netewên Yekgirtî derbarê şerê navbera Rûsye û Ukraynayê de daxuyaniyek belav kiriye û têde behsa amarên şer dike.
Li gor daxuyaniya NY ji roja 27ê Sibatê ve heta niha di encama şer û pevçûnan de hezar û 207 welatiyên medenî li Ukraynayê hatine kuştin û birîndarkirin û ev hijmar jî mimkune hîn zêdetir be.
NY herwiha eşkere kiriye ku heta niha zêdetir ji 700 hezar welatiyên Ukraynî jî jiber şer û pevçûnan ji welat aware bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin