Di rojekê de zêdetir ji 5 hezar kes hatine girtin

di nava 10 rojan de li Rûsyeyê herî kêm 11 hezar xwepîşander hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Li Rûsyeyê xelk dijî şerê xwepîşandanan dike.

Li gel destpê kirina êrîşên Rûsyeyê yên bo ser Ukraynayê, li ser asta navxweyî ya Rûsyeyê jî xwepîşandanên dijî şer destpê kirin.

Tenê duhê yekemş li seraserê Rûsyeyê jiber xwepîşandanên dijî şer zêdetir ji 5 hezar welatî ku xwepîşandan kiribûn ji aliyê hêzên ewlekarî yên Rûsyeyê ve hatine girtin.

Ji aliyeke din ve li gor çapemeniya Rûsî di nava 10 rojên destpêkê yên şer de herî kêm 11 hezar welatiyên Rûsî ku dijî şer xwepîşandan kirine ji aliyê hêzên ewlekarî yên Rûsyeyê ve hatine girtin.

Weke tê zanîn şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê ev 12 roje destpê kiriye û hîn jî berdewame.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.