Îran û welatên Rojavayê digehêjin rêkeftineke nû

nunera Brîtanyayê jî dibêje bo serokaitya YE me danûstandinên gelek baş kirine û li îmze kirina rêkeftina nû nêz bûne.
کوردستان TV
100%

Nunerê Rûsyeyê dibêje vê di nava 2 rojan de rêkeftina nû were eşkere kirin.

Nunerê Rûsyeyê yê di nava danûstandinên Viyena yên taybet bi bernameya etomiya Îraqê Mikhail Ulyanov ragihand ku îmze kirina rêkeftina nû gelek nêze.

Nunerê Rûsyeyê yê li Viyenayê Mikhail Ulyanov diyar kiriye ku danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayî yên derbarê bernameya etomiya Îranê de gelek bi başî dimeşin û vê di navbera wan aliyan de bo domandina rêkeftina berê ya di navbera her du aliyan de rêkeftineke din were îmzekirin.

Ulyanov herwiha eşkere kiriye ku vê di nava 24 heta 48 seatên pêşiya me de ev rêkeftina han bo raya giştî were eşkerekirin.

Ji aliyeke din ve nunera Brîtanyayê ya di danûstaninên Viyenayê de Stephanie Alqaq jî di twittekê de nivîsandiye ku ev gelek bi başî danûstan kirine û nêzî rêkeftinê bûne.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.