Mesrûr Barzanî: Raperîn destkeftên mezin bi xwe re anî

dibêje lazime niha bi coşa raperînê Kurdistanê û aliyên siyasî berevanî ji destkeftiyên heyî û mafên gelê Kurdistanê bikin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr derbarê salvegera raperînê de peyamek weşand.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê salvegera raperîna 1991an ya gelê Kurdistanê peyamek weşand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka peyama xwe de pîrozbayî pêşkêşî Kurdistaniyan, hêzên pêşmerge û şehîdan kiriye û nivîsandiye; Raperîn werçerxaneke girîng û dîrokî û peyameke bihêz ya gelê Kurdistanê bû bo red kirina bindestî, zilm û zordarî û dagîrkariyê.

Di encama raperînê de ku bi hemahengî û yekgirtî û yekrêziya gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên xwe ve, destkeftên gelek mezin hatin bidestxistin û gelê Kurdistanê bû xwedan dezgehên fermî û destûrî û karî pêngavên baş ber bi pêşerojeke baştir ve bavêje.

Yek ji peyamên girîng yên raperîna 1991an ev bû ku gelê Kurdistanê ti carî dev ji maf û azadiyên xwe û jiyaneke azad û birûmet nabe û bo vê yekê jî gelek qurbaniyên mezin daye.

Îro jî lazime tevahiya Kurdistaniyan û aliyên siyasî bi heman coşa raperînê berevanî ji maf, destkeftî, azadî û berejwendiyên xwe yên netewî yên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin bikin.

Ev xelkê berxwedêr yê Kurdistanê dilniya dikin ku em berdewam dibin li ser berevanî kirin ji mafên xwe yên destûrî, Kurdistan jî weke mûnakek geş ya pêşkeftin û bihevre jiyana aştiyane ya tevahiya pêkhateyan dimîne.

Pîroze salvegera raperîna mezin

Silav bo rihê şehîdên raperîn û tevahiya şehîdên Kurdistanê

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.