Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê rewşa heyî û rojeva siyasî ya Kurdistan û Îraqê de konferanseke çapemeniyê lidar xist.
Di konferansa çapemeniyê de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî behsa çend mijaran kirin û balkêşande ser têkiliyên navbera hikûmeta federalî û hikûmeta herêma Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî di gotara xwe de behsa biryara dadgeha federalî ya Îraqê ya derbarê qanûna petrol û gazê ya herêma Kurdistanê kir û anî ziman ku di nava madeya 111 ya destûra bingehîn ya Îraqê de hatiye diyar kirin ku petrol û gaz ya Îraqê milkê xelkê Îraqê ye ne milkê hikûmeta Îraqê, ev destûra han ji aliyê piraniya xelkê Kurdistan û Îraqê ve hatiye pejrandin û em li gor destûra han û madeyên destûrê tevdigerin û qanûna petrol û gazê ya herêma Kurdistanê jî ne li dijî destûrê ye belku di çarçoveya destûra bingehîn ya federalî de hatiye amadekirin û cîhbicîhkirin.
Mesrûr Barzanî tekez li ser vê yekê kir ku heta niha hikûmeta federalî gelek madeyên destûrî binpê kiriye û gelek made jî cîhbicîh nekiriye, dadgeha destûrî jî ku bi awayeke derqanûnî hatiye avakirin, jiber zextên siyasî, ev biryara han daye, ev biryar biryareke siyasiye ne destûrî, gelo çawe dibe ku dezgeheke derqanûnî derbarê qanûnê de biryar bide, çawe dibe dezgeheke derqanûnî derbarê qanûna petrol û gazê ya Kurdistanê de biryar bide? Ev biryar siyasiye û li dijî herêma Kurdistanê ye.
Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, hikûmeta federalî bo cîhbicîh kirina destûra federalî kêmterxem bûye û heta niha madeyên taybet bi qerebû kirina xelkê Kurdistanê cîhbicîh nekiriye. Bo nimûne heta niha hikûmet madeya damezrandina civata federalî jî cîhbicîh nekiriye, lewre nabe her madeyek ku li gor hikûmet û rayedarên hikûmetê nebe, neyê cîhbicîhkirin.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî herwiha eşkere kir ku, lazime tevahiya madeyên destûra bingehîn weke xwe werin cîhbicîhkirin jiber ku di nava destûrê de tevahiya maf û desthilatên herêma Kurdistanê hatine diyarkirin.
Mesrûr Barzanî dubare kir ku, dadgeha federalî beriya nivîsandin û pejrandina destûra federalî hatiye avakirin lewre niha ev dadgeha han xwedan pêgeheke derdestûriye û her ev dadgeh bûye sedem ku destûr neyê cîhbicîh kirin û civata federalî neyê damezrandin ku ev yek jî bûye sedema zêdetir bûna kêşeyan.
Barzanî diyar kir ku heta niha hikûmeta federalî li gor qanûn û destûrê tev negeriyaye û em daxwaz ji parlementoya Îraqê dikin ku li gor destûr û madeyên destûrê dadgeha nû ya federalî ava bike jiber ku di nava destûrê de ti xalek tuneye ku mafê biryar danê bide dadgeha federalî, dema dadgeha federalî li gor destûrê hat avakirin vê demê mafê dadgehê heye biryar li ser qanûnan û madeyên destûrê bide û ne mafê ti dadgehekê ye ku madeyên destûrê ji nûve binivîsîne, lewre em bi eşkere dibijin ku biryara dadgeha federalî ya derbarê qanûna petrol û gazê ya Kurdistanê de bi bingeh û pîvaneke xwe ya destûrî tuneye. Herwiha dadgeha federalî qanûn û zagonên serdema dewleta navendî bi esas wer girtiye lazime biryarên dadgeha federalî li gor destûra federalî bin ne li gor qanûnên serdema hikûmeta navendî.
Serokwezîr bi eşkere ev yek diyar kir ku, hikûmeta federalî dema xwe rê nedan ku li parlementoya federalî de qanûna petrol û gazê were pejrandin lewra niha jî şikesta xwe ya îdarî dixe stuya herêma Kurdistanê. Her dîsa hikûmeta federalî heta niha hevkariya wan welatiyên Îraqî jî nekiriye ku li herêma Kurdistanê de dijîn, ji vê jî zêdetir dema li Besreyê av nebû, Hewlêr bi hawara xelkê Besreyê ve çû û av ji wan re dabîn kir.
Mesrûr Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de dibêje lazime xelkê Îraqê berevanî ji mafên xwe yên destûrî û mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê bikin û em li gor qanûnên ku ji aliyê parlementoya Kurdistanê ve hatine pejrandin li hember dosyeya petrol û gazê tev digerin.
Barzanî di berdewamiya gotara xwe de rexne li hikûmeta federalî dike û dibêje di nava 26 mehan de tenê 12 meh pere bo Kurdistanê şandiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin