Financial Times: Erdogan gelek tengav bûye

dibêje Erdogan di navbera Rûsye û welatên Rojavayê de tengav bûye.
کوردستان TV
100%

Dibêje hevpeymanên xwe kirine dijminên xwe.

Nivîskarê rojnameya financial times David Gardner di nivîseke xwe de ya derbarê şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê de diyar kiriye ku kesê ku ji vê şerê han piştî aliyên şerker rastî zirarên mezin were Erdogane.

Nivîskar di nivîsa xwe de nivîsandiye, Erdogan ku xwedan têkiliyên başe li gel Ukrayna û Rûsyeyê, jiber şerê navbera wan du welatan û têkiliyên xwe yên nebaş li gel welatên din yên endamên NATOyê gelek tengav bûye, Erdogan piraniya hevpeymanên xwe kiriye dijminên xwe lewre niha di vê rewşa han de gelek tengav bûye.

Di beşeke din  ya nivîsê de nivîskar qala vê yekê kiriye ku Tirkiye bi kirîna sîstema berevaniya mûşekî ya S400 ya Rûsî şaştiyeke gelek mezin ya steratejîkî kir û pêgeha xwe di nava NATO yê de lawaz kir û bawermendiya xwe ji dest da.

Niha dema ku şer gerim bûye rêkeftina Montro û cîhbicîh kirina rêkeftinê jî ketiye rojevê, eger Tirkiye rêkeftinê cîhbicîh bike û rê nede keştiyên Rûsyeyê vê Rûsye ji xwe aciz bike û eger rêkeftinê jî cîhbicîh neke û rê bide keştiyên Rûsî vê carê NATO û tevahiya welatên Rojavayê ji xwe aciz bike.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.