Dibêje herî kêm 500 leşkerên me hatine kuştin.
Duhê bi şev wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov daxuyaniyek weşand û têde behsa amara kuştiyên Rûsyeyê di şerê Ukrayanyê de kir.
Lavrov eşkere kiriye ku di şerê 8 rojan de herî kêm 500 leşkerên Rûsî hatine kuştin û hezar û 600 leşkerên Rûsî jî birîndar bûne.
Lavrov herwiha eşkere kiriye ku 2 hezar û 800 leşkerên Ukraynî jî hatine kuştin.
Ev di demeke deye ku duhê wezareta berevanî ya Ukraynayê diyar kiribû ku nêzî 7 hezar leşkerên Rûsî kuştine û bi hezaran leşkerên din jî dîl girtine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin