Li Til Temerê pevçûn çê bû

Hêzên HSDê karîne êrîşa leşker û çekdarên rejîmê pûç bikin.
کوردستان TV
100%

Kuştî û birîndar hene.

Civata leşkerî ya Til Temerê ya HSDê ragihand ku duhê hêzên rejîma Sûriyeyê êrîşî ser şervanên HSDê kirine û di navbera şervanan û çekdarên rejîmê de pevçûn qewmiye.

HSDê diyar kiriye ku di encama pevçûnê de 2 şervanan canê xwe ji dest daye û gelek çekdarên rejîmê jî hatine kuştin.

HSDê herwiha eşkere kiriye ku şervanên wan karîne gelek leşkerên din yên rejîmê jî birîndar bikin û êrîşa wan pûç bikin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.