Li Îranê kirîn û firotina madeyên hişber bi eşkere tê kirin

hêzên rejîmê jî tiştek nabêjin.
کوردستان TV
100%

Li hin bajarên Îranê li ber çavên raya giştî bazirganî tê kirin.

Li gor dêmenên tomar kirî ku ji aliyê hin kanalên çapemeniyê yên Îranê ve hatine belavkirin, li hin bajarên Îranê kirîn û firotina madeyên hişber bi eşkere tê kirin.

Di vîdeoya ku hatiye weşandin, li bajarê Çabihar ya Îranê, bazirganên madeyên hişber, cureya madeyên xwe û nimûneyên wan li ber çavên raya giştî danîne û ji mişteriyên xwe re nirxa wan eşkere dikin û dibêjin kî, kê çiqas dixwaze em dikarin bo dabîn bikin.

hêzên rejîma Îranê jî ku vê bazirganiya han dibînin, tiştek nakin.

Video li bajarê Çabihar ya Îranê hatiye girtin û bo dîtina vê mijarê kilîka lînkê bikin.

https://youtu.be/6JzFSZ8qpBk

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.