Nepeniyên rêkeftinên Îranê eşkere dibin

Îran dixwaza S400an ji Rûsyeyê bistîne.
کوردستان TV
100%

Dibêje rejîm ji bo dabîn kirina pêdiviyên leşkerî Îran radestî Rûsye û Çînê kiriye.

Malpereke Îranî ya bi navê Ewaêl Press çend zaniyariyên girîng derbarê rêkeftinên 20 salî yên di navbera Îran, Rûsye û Çînê de eşkere kiriye.

Ewaêl press li ser zarê çend çavkaniyên hayedar, Îran bo dabîn kirina balefirên Sîxo yên Rûsî û sîstema berevaniya mûşekî ya S 400 a Rûsî, ji bilî ku li başûr û naverasta Îranê çend rafîneyên girîng yên petrol û gazê radestî Rûsyeyê kiriye, hevdem li bakûrê Îranê mezintirîn rafîneya petrolê  ya li behra Xezer bo 20 salan daye Rûsyeyê.

Herwiha li gor rêkeftinê Rûsye bûye xwedan mezintirîn par li rafîneya gaza xwezayî ya Çalûsê ya li bakûrê Îranê.

Duhê jî Serokê parlementoya Îranê li hember rexneyên parlementerên Îranî li dor bê agehiya wan ji rêkeftinên han, ragihandibû ku ti rêkeftinek di navbera Îran û Rûsyeyê de nehatiye îmzekirin.

Weke tê zanîn par jî Îran li gel Çînê rêkeftineke 20 salî îmze kiribû û li gor rêkeftina han gelek ji cîh û giravên li başûrê Îranê radestî Çînê hatine kirine.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.