Serokkomarê Îranê çû Rûsyeyê

dibêje em dixwazên têkiliyên xwe yên li gel Rûsyeyê bihêztir bikin.
کوردستان TV
100%

Vê behsa rewşa Sûriye û têkiliyên du alî were kirin.

Li gor çapemeniya Îranê îro çarşem Serokkomarê vê welatî Îbrahîm Reîsî ber bi Rûsyeyê ve birê ketiye.

Çapemeniya Îranê eşkere kiriye ku di çarçoveya serdana han de vê Reîsî li gel rayedarên Rûsyeyê bicive û di civînan de giftûgo li ser têkiliyên du alî yên di navbera Îran û Rûsyeyê de, rewşa Sûriyeyê, dorpêçên Amerîkayê yên li ser Îranê, aloziyên navbera Rûsye û Rojavayê were kirin.

Beriya ku ji Tehranê birê bikeve, Reîsî ji çapemeniya Îranê re gotiye ku Îran dixwaze têkiliyên xwe yên li gel Rûsyeyê berfiretir û bihêztir bike.

Mijareke din  ya civînan vê nîqaş kirin li ser danûstandinên navbera welatên cîhanê li gel Îranê derbarê bernameya etomî ya Îranê de dibe.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.