Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîkî behsa şerê dijî DIŞIê kirin

şanda leşkerî ya Amerîkî duhê serdana Kurdistanê kiriye û hîn jî li Kurdistanê ye.
کوردستان TV
100%

Serokê herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke leşkerî ya Amerîkayê kir.

îro sêşem Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya General Berpirsê Bilinda Serbazî û Berpirsê Nivîsîngeha Alîkariya ewlekarî ya Amerîkî li Iraqê Kiss Phillips kir.‏

Di civînê de pêşhatên emnî yên dawî yên li Iraq û rûbirûbûna gef û metirsiyên DIŞIê hate nirxandin û tekez li ser girîngiya alîkarî û ‏hemahengiya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê kirin, bi taybetî jî li wan navçeyên ku valahiya emnî têda heye.‏

Di mijareke dinê civînê de behsa hengavên dawî ya proseya ‏çaksaziyê li Wezareta Pêşmerge kirin û her du alî hevra bûn li ser girîngiya ‏yekxistina Pêşmerge û berdewamiya piştgîriya Amerîka ya ji bo proseyê û ji bo ‏pêşkêşkirina meşq û rahênanê bi Pêşmerge bi pêwîst zanîn. Her li vî derbarî de ‏şandê spasî rola Serokê herêma Kurdistganê Nêçîrvan Barzanî ya di proseya çaksazî û ‏yekxistina Pêşmerge da kir.‏

Şanda Amerîkî dûpat kir ku rûbirûbûn û têkşikandina DIŞIya ji bo Amerîka karê pêşîneye û bi vê navê da jî ji nêzîk ve li karkirina li gel ‏hevbeşên li Iraq û Herêma Kurdistan û navçeyê berdewam dibe, ‏xweşhaliya xwe jî bi hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraqê derbirî.‏

Peywendiyên Hewlêr – Bexda, metirsî û gefên DIŞI li Sûriye û rewşa kempa Hol ya li Sûriye, pêşhatên dawî ya rewşa şer li Ukrayna û ‏çend pirseke dinê girîng û hevbeş bûn, mijarên dinê vê civînê bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.