Serokê Kanadayê dibêje em petrolê ji Rûsyeyê hawirde nakin.
Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku hawirde kirina petrola xam ji Rûsyeyê fêdeyeke gelek zêde dide Putin û derdorê Putin lewre Kanada xwe amade dike daku weke dorpêçeke nû, hawirde kirina petrola xam ji Rûsyeyê qedexe bike.
Ji aliyeke din ve her di çarçoveya şerê navbera Rûsye û Ukraynayê de îro bankaya navendî ya Rûsyeyê bo pêşî girtin ji herfîna abûriya welat, ferman da borseya Rûsyeyê ku kar xebatên xwe rawestîne û borse bo demeke nediyar were daxistin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin