Heta niha zêdetir ji hezar xaniyan çê kirine.
Hewldanên Ereban bi taybetî Erebên ku di dema rejîma dîktator ya Sedam Husên ve bo gund û deverên Kurdistanî hatibûn veguhastin, berdewamin.
Di vê çarçoveyê de li gelek navçeyên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê, rixmî aloziyên heyî, ev Erebên hawirde berdewamin li ser dagîr kirina gund û milkên Kurdan û heta niha di vê çarçoveyê de tenê li parêzgeha Kerkûk û derdorê, hijmareke gelek xanî çêkirin.
Li gor amarên berdest, di nava 4 salên derbabsûyî de herî kêm 1000 xanî ji aliyê wan Ereban ve li ser gundên Kurdan hatine çêkirin.
Ev prosesa han ji aliyê artêş û hêzên leşkerî yên Îraqê ve jî tê piştgîrîkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin