Şandeke Odeya bazirganî û pîşesaziya Amedê li Hewlêrê ye.
Îro şandeke odeya bazirganî û pîşesazî ya Amedê serdana Hewlêrê kir û li gel Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav civiya.
Şanda han yaku bi Serokatiya Serokê odeya bazirganî û pîşesaziya Amedê Ehmed Qaya hatiye Hewlêrê, Waliyê Hewlêrê û şandeke Kurdistanî bo beşdarî kirin di pêşengeha torîstîkî yaku di dawiya meha Adarê de li Amedê bi beşdariya zêdetir ji 40 welatên cîhanê tê organîzekirin vexwand.
Şanda han herwiha behsa projeyên xwe kir û anî ziman ku dixwazin li gel Hewlêrê di her warî de têkiliyên xwe berfiretir û bihêztir bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin