Di civîn de behsa şerê Rûsye û Ukraynayê were kirin.
Biryare îro li Tirkiyeyê konseya ewlekariya vê welatî bi Serokatiya Serokkomar Receb Teyyib Erdogan bicive.
Mijara sereke ya civîna han giftûgo kirine li ser şerê navbera Rûsye û Ukraynayê.
Di şerê han de pispor dibêjin ku abûriya Tirkiyeyê vê rastî gelek zirarên mezin were.
Tirkiye jî beriya niha daxwaz kiribû ku di navbera Rûsye û Ukraynayê de miyancîgerî bike lê ev yek pêk nehat.
Tirkiye herwiha bertekên tund nîşanî biryara Putîn bo qebûl kirina serxwebûna du herêman li Rojhilatê Ukraynayê nîşan dabû û gotibû ku Tirkiye ev biryara han qebûl nake.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin