Rûsye ji çend aliyan ve dest bi operasiyonên esmanî dijî Ukraynayê kir.
Piştî demeke dirêj alozî û diyaloga siyasî, îro seat 6ê sibê Serokê Rûsyeyê Wladimir Putîn bi fermî fermana destpê kirina êrîş û operasiyonan dijî Ukraynayê da artêşa welatê xwe.
Çend deqîqeyek piştî fermana Putin, balefirên şer yên Rûsî û yekîneya mûşekî ya vê welatî ji sê aliyan ve, Başûr, Rohilat û Bakûr ve dest bi êrîşên xwe yên bo ser Ukraynayê kirin.
Rûsye bi balefir û mûşekan çend bajar û bajarokên Ukraynî bi taybetî paytexta Ukraynayê jî bordiman kirine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin