Beriya 34 salan prosesa enfalê dijî gelê Kurd destpê kiriye.
Îro 23ê Sibata 2022an, roja salvegera tawana herî qirêj ya dijî însanî ya enfalê ye.
Prosesa enfalê yaku ji aliyê rejîma dîktator ya Besê ve beriya 34 salan di roja 23ê Sibatê de li dijî gelê Kurd hatibû destpêkirin, çend mehan dom kiriye.
Di encama prosesa enfalê de yaku heta meha Îlona 1988an berdewam bûye bi sed hezaran welatiyên Kurd hatine enfalkirin, gelek gund û bajarokên Kurdistanê hatine wêrankirin.
Herwiha piraniya şêniyên gundên Kurdistanê jî bo nava kempên leşkerî hatine veguhastin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin