Israîl: Vê Tirkiye li Sûriyeyê wenda bike

Tirkiye dibêje em biryara Putin qebûl nakin û Îsraîl jî dibêje vê Tirkiye li Sûriyeyê wenda bike.
کوردستان TV
100%

Rojnameya Haaretz Derbarê helwesta Tirkiyeyê ya hember biryara Putin babetek weşandiye.

Piştî ku Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin biryara serxwebûna her du herêmên Donestk û Luhansk li Rojhilatê Ukraynayê îmze kir, Tirkiye jî ragihand ku ev li dijî biryara hane û ev biryarê bi ti awayî qebûl nake.

Li ser vê mijarê jî rojnameya navdar ya Îsraîlî Haartz babetek weşandiye û têde behsa vê yekê kiriye ku Rûsye gelek tişt derbarê Tirkiye û Ukraynayê de kom kiriye û Rûsye baş dizane ku Tirkiye çawe hewkariya Ukraynayê kiriye û dike.

Di berdewamiya babetê de behsa vê yekê hatiye kirin ku piştî helwesta Tirkiyeyê ya dijî biryara Rûsyeyê, vê Putin siyaseta xwe ya li Sûriyeyê ya li dijî Tirkiyeyê biguhere û vê wisa bike ku Tirkiye ji Sûriyeyê derbixe.

Di beşeke din  ya babetê de hatiye diyarkirin ku vê Tirkiye li Sûriyeyê wenda bike û rastî zirarên gelek mezin bibe.

Ji aliyeke din ve piştî biryara Putin, buhayê dolar li hember lîreya Tirkî li Tirkiyeyê dîsa bilid bû.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.