Cezaya 28 mehan bi ser wî de hatiye sepandin.
Dadgeha rejîma Îranê li bajarê Kirmaşanê ya li Rojhilatê Kurdistanê cezaya 28 mehan girtîgehê daye Helbestvan û çalakvanî medenî yê Kurd Kameran Tekûk.
Ev helbestvan û çalakvanê Kurd ji aliyê hêzên îtlaata rejîma Îranê ve bi hinceta propagende kirin li dijî rejîma Îranê hatiye girtin û ji aliyê dadgehê ve jî bi 28 mehan girtîgehê hatiye cezakirin.
Nav hatî niha bi danîna 500 miliyon toman weke kefaletê bi awayeke demkî heta dadgeh biryara dawî dide, hatiye azadkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin