Rojava bertekên tund nîşanî biryara Putin dide

putin serxwebûna her du herêmên Donetsk û Luhanskê pejrand.
کوردستان TV
100%

Putin duhê bişev biryara serxwebûna Donetsk û Luhanskê îmze kiribû.

Piştî ku di çarçoveya qirîza Ukraynayê ya di navbera Rûsye û Ukraynayê de, duhê bişev, Serokê Rûsyeyê Wladimir Putin biryra nasandina serxwebûn her du herêmên Donetsk û Luhansk îmze kir, welatên Rojavayî û NATO bi tundî bertek raberî biryara han ya Putin kirin.

Xala hevpar ya bertekên welatên Rojavayî sepandina dorpêçane bi ser Rûsyeyê û tevahiya wan welatan li ser vê yekê hemfikirin ku lazime dorpêçên gelek dijwar li ser Rûsyeyê werin sepandin.

Ji aliyeke din ve Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê jî diyar kiriye ku ev biryarên han nîşan didin ku Rûsye xwe amade kiriye daku Ukrayna dagîr bike.

 

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.