Li Efrînê ji aliyê terorîstan ve hatine revandin.
Navenda mafên mirovan ya Efrînê ragihand ku di rojên derbasbûyî de komên cîhadî yên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê, li Efrînê dîsa dest bi operasiyonên revandina welatiyên Kurd li Efrîn û derdorê kirine.
Li gor daxuyaniya navendê di nava rojên derbasbûyî de herî kêm 11 welatiyên din yên ku şêniyên gundên derdorê Efrînê ne ji aliyê wan terorîstan ve hatine revandin û bo cîhên nediyar hatine veguhastin.
Hate zanîn ku komên terorîst bo azad kirina wan welatiyên Kurd daxwaze pereyan ji kesûkarên wan dikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin