Peyamek derbarê roja cîhaniya zimanê dayikê de belav kiriye.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta roja cîhaniya zimanê dayikê peyamek pêşkêşî Kurdistaniyan kir ku, ev jî tekesta vê peyamê ye;
Bi minasebeta roja cîhaniya zimanê dayikê, pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan û tevahiya netewe û pêkhateyên Kurdistanê dikim.
Ziman, nasname û pênasa her mirov û neteweyek û beşeke girîng ji çand û civakeke bingehîn û nîştimansaziyê ye, lewre parastin û pêşde birina zimanê dayikê erkeke girîng û yê herî lipêş ya malbet, civak û dezgehên hikûmetê ye.
Eger girîngî dayîn bi zimanê dayikê û rêz girtin li vê rojê, carek bo gelên cîhanê girîng be, bo me ya Kurdistanî ku rixmî şoreş, berevanî û qurbanîdanên mezin yên gelê me, zimanê me faktereke girîng ya mayîna me ye, lewma lazime cîhê girîngîdana herî pêwîst ya me be.
Her çend li gor destûra bingehîn ya Îraqê, zimanê Kurdî, zimaneke fermî ya herêma Kurdistan û Îraqê ye, lê cîhê mixabiniyê ye ku heta niha li ser asta Îraq û herêma Kurdistanê jî, weke pêwîst girîngî bi zimanê Kurdî nehatiye dayîn, jiber ku çavên me li ser pêşde çûnên zêdetire li ser vê mijarê.
Liwir daxwaz ji dezgehên rewşenbîrî, zanistî û akademîkî yên têkildar yên herêma Kurdistanê dikim, daku di vê warî de erkên xwe bi başî cîhbicîh bikin û her cure kêmasî û kemaniyek ku hebe di warê ziman û girîngî dan bi ziman, çareser bikin, bo vê yekê jî hikûmeta herêma Kurdistanê amadeye bo pêşkêş kirina her cure hevkarî û hemahengiyeke pêwîst di vê warî de.
Bêgoman li cem girîngî dan bi zimanê Kurdî lazime bi awayeke hêja girîngî bi zimanê wan pêkhate û netewên din jî yên ku beşekin ji gelê Kurdistanê, were dayîn.
Bi vê minasebeta han ya girîng lazime bi rêzdariyeke gelek zêde ve, ev Rewşenbîr, Mamosteyên birêz û tevahiya wan kesên hîja bibîr bînin ku di warê girîngî dan bi ziman, parastin, hîn kirin û pêşde birina zimanê Kurdî de xwedan roleke girîng bûne.
Roja cîhaniya zimanê dayikê li tevahiya we pîroz be
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin