Îro roja zimanê zigmakiye

zimanê Kurdî rixmî metirsiyên ku li ser hene, lê yek ji zimanên herî zengîn yên cîhanê ye.
کوردستان TV
100%

Kurdistanî bi çalakiyên curbicur vê rojê pîroz dikin.

Îro 21ê Sibatê li cîhanê weke roja zimanê zigmakî hatiye nasîn û bi vê minasebetê bi çalakiyên curbicur ev roja han ji aliyê netewe û kemenetevan ve tê pîrozkirin.

Gelê Kurd jî ye ji wan gelane ku zimanê zigmakiya vê bi berdewamî dibin metisiyan deye, lewre bo parastina zimanê xwe Kurdistanî li her çar beşên Kurdistan û li welatên din yên cîhanê jî bi çalakiyên curbicur ev roja han pîroz dikin.

Li Tirkiyeyê ku nêzî 40 miliyon Kurd ( Kirmanc, zaza) dijîn zimanê Kurdî hîn jî dibin metirsiyan deye û qedexeye û rixmî qedexekariya rejîma Tirkiyeyê, lê Kurdistanî xwedî ji zimanê xwe derdikevin.

Li Îran jî her çend zimanê Kurdî ne qedexeye, lê weke zimneke fermî nehatiye nasîn.

Kurdistanî li Rojhilatê Kurdistanê dikarin bi Kurdî bixwînin û binivîsînin û çalakiyên curbicur yên Kurdî jî organîze bikin.

Li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî zimanê Kurdî zimanê fermiye û xwendin û karûbarên îdarî bi zimanê Kurdî tên meşandin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.