Xanî bo cîhadiyên terorîst li Efrînê têne çêkirin.
Li gor zaniyariyên ku ji jêderên li Efrînê dest ketine, hikûmet û artêşa Tirkiyeyê dest bi cîhbicîh kirina projeyên hevbeş yên guhertina demografiya Efrînê kirine.
Jêder behsa vê yekê dikin ku artêş û hikûmeta Tirkiyeyê cara herî dawî bilez dest bi çê kirina komelgeheke nîştecîhbûnê kirine.
Ev komelgeh ku ji 400 xaniyan pêk hatiye vê li ser rêya navbera Şera û Cemo tê avakirin.
Xaniyên ku tên çêkirin bo endamên komên cîhadî yên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê ne.
Weke tê zanîn piştî dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û terorîstan ve, prosesa guhertina demografiya bajarê jî destpê kiriye û hîn jî didome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin